Lînkên eksesibilîtî

Trump li Otela Xwe 10 Mîlyon Dolar Alîkarî Civand


Serokê Amerîka Donald Trump, jibo kempeyna hilbijartina serkoktîyê ya ku li ber e ku di sala 2020’an de li dar keve, alîkarî civand.

Di civîna ku li oteleke Trump ya li Washingtonê pêk hat de, her beşdarekî 35,000 dolar bexşand û tevahî 10 mîlyon dolar hat berhev kirin. Hin ji pereyên ku giheştîye hev dê jibo Partîya Komarî were karanîn.

Richard Painter, yek ji hiqûqnasên Qesra Sipî ya serdema George W. Bush, got ku nayê qebûl kirin ku serokekî Amerîka li otelekê wisa pereyan berhev bike.

Profesera hiqûqê ya Zanîngeha Washingtonê, Kathleen Clark jî dîyar kir ku civîna bexşê ne li dijî ti qanûnan e.

Donald Trump 5 mehê berê dest bi seroktîyê kiribû. Li Amerîka, heta niha pir nehatîye dîtin ku serokek jibo kempeyna hilbijartina ewqas zû alîkarîyan berhev bike.

XS
SM
MD
LG