Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Artêşa Sûrî Hazirîya Operasyoneke Mezin li Dûma Dike


Sîvîlên li Dûma

Ajansa Reuters ji zarê rojnamevaneke piştgira hikûmeta Sûrîyê radigihîne ku artêşa Sûrî, hember bajarokê herî dawî ya bin kontrola serhildayan li Gutaya rojhilat hazirîya operasyoneke mezin dike.

Reuters dibêje ku ger rêxistina tundrê Jeyş el-Îslam, Dûma radestî hikûmetê neke, operasyon wê di demeke kurt de destpê bike.

Li herêmên din yên Guta, serhildayan bi karwanan ji herêmê derdikevin û ber bi Îdlibê ve diherin, lê Jeyş el-Îslam dibêje ewê li Dûma venekişe ku bi deh hezaran sîvîl xe ji destê hêzên hikûmetê sipartibûn wî bajarokî.

Karbidestekî Sûrî ku nexwest navê wî eşkere be, ji Reutersê re got ku rewşa erdê di asteke krîtîk de ye û du rojên pêş de biryarder bin.

Jeyş el-Îslam roja Sêşemê ragihandibû Rûsya hîn bersîva pêşnîyarên wê yên derheqa Dûma nedaye.

Ew rêxistin Şam û Moskow tawanbar kiribû ku bi dare zorê dixwazin gel ji wê herêmê derxînin û demografîya wê biguherin.

XS
SM
MD
LG