Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerê DCN Jibo Darfur Bang li NY Dike


Dozgerê DCN Jibo Darfur Bang li NY Dike
Dozgerê DCN Jibo Darfur Bang li NY Dike

Dozgerê serekî yê Dadgeha Ceza yê Navnetewî, bang li Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî dike ku li hember kêşeya Darfur pîvanên tundtir wergire, piştî derxistina fermaneke nû bo girtina Serokê Sudanê Omar el Beşîr.

Dozger Luis Moreno-Ocampo got, dadgeh li hêvîya halwesteke xurt ya sîyasî ye, li derbarê kêşeya Darfur. Wî got, eger endamên Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî li ser herêmê lihev werin, ew dikanîn kêşeya heyî bi hêsanî rawestînin.

Dadgeha Ceza yê Navnetewî, Roja Duşemê Serok Beşîr bi tevkujîyê gunehbar kirîbû. Dadgeh dibêje, Beşîr bi tune kirina 3 eşîrên Fur, Masalit û Zaghawa yên rojavaya herêma Darfurê berpirs e.

Moreno-Ocampo got, jiber ku Beşîr niha bi tawana jenosîdê tê gunehbar kirin, welatên ku ne endamên Dadgeha Ceza yê Navnetewî ne jî, berpirsîyên xwe yên qanûnî hene ku bicîh bînin.

XS
SM
MD
LG