Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Welat Memo Ser Bikaranîna Gaza Jahrîn li Taxa Şêx Maqsud Diaxive


Taxa Şêx Maqsud li Helebê

Taxa Şêx Maqsud li bajarê Helebê rastî êrîşên tûnd hatiye ji aliyê Cebhet El-Nusra û Ehrar el-şam yên bi ser el Qayde ve ne.

Di êrîşên doh Pêncşemê de gazên jahrîn hatiye xebitandin ku ziyan gîhandiye 4 kesan û tenduristiya wan di rewşeke ne baş de ye.

Dr. Welat Memo
Dr. Welat Memo

Dr. Welat Memo, endamê Heyva Sora Kurdî di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re got:

"Her çar kesên di nexwşxanê de, ziyaneke zor li wan hatiye û tenduristiya wan nebaş e ji ber bandora xaza jherîn, ji verşandin, destûpê pûçkirin û zoriya bihinkişandinê."

Herwiha ji Dr. Memo anî ziman, ku pêwistî bi alavanên tenduristiyê heye û ta nuha tu alîkarî ne hatiye kirin, ku ew jiyan mirovan dixe bin xetera mirinê de û nikarin ku birîndar yan nexwşan derman bikin.

Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:49 0:00

XS
SM
MD
LG