Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Berhem Salih bi Serokomar Abdullah Gul re Kom Bû


Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistana Îraqê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Dr. Berhem Salih, roja Înîyê bi serdaneke fermî giheşt Tirkîyê ku bi Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul re were ba hev.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih, ligel Nûnerê YNK’ê yê li Enqerê, Behroz Galalî li Koşka Çankaya ya Serokomarîyê ji alîyê Serokomar Abdullah Gul ve hatin pêşwazî kirin.

Tê ragihandin, di civînaka ku ji medyayê re girtî pêk hatîye de, Serokomar Gul pirsa rewşa saxlemîya Serokomarê Îraqê Celal Talabanî kirîye û rola Birêz Talabanî di qonaxa niha ya Îraqê de bilind nirxandîye.

Herwiha çend babetên sîyasî yên li ser rewşa aloz ya li Îraqê û pêvajoya aştîyê ku li Tirkîyê destpê kirîye jî di civînê de hatine gotûbêj kirin.

Birêz Gul di civînê de daye xuya kirin, lazim e jibo çareserkirina pirsgirêkên sîyasî yên li Îraqê rêya dîyalog û demokrasîyê were bijartin.

Birêz Salih jî behsa rewşa sîyasî ya li Îraqê kirîye ku bibîr xistîye, ger bernameyeke rast jibo alozîyên li Îraqê pêk neyê, wê jiber vê sîyaseta şaş Îraq ber bi parçebûnê ve here ku Kurd jî neçar bimînin rêya referandumê bijêrin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:48 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG