Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Le Drian: Me ji Tirkîyê Xwest ku Operasyona Dijî Efrînê Rawestîne


Wezîrê Derve yê Fransa Le Drian

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian dîyar kir ku wan gelek caran ji Tirkîyê xwestîye ku operasyona dijî Efrînê rawestînin.

Le Drian, di axaftina xwe ya li komîteya peywendîyên derve de da zanîn ku ‘’civaka navneteweyî ser banga agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bala xwe daye ser Gutaya Rojhilat, lê divê Efrîn jî neye jibîr kirin’’

‘’Agirbest bo herkesi ye, bo temamê Sûrîyê ye. Divê em yeke bibêjin, çinku di rojên pêş de em dê hemî bala xwe bidin ser kêşeya Gutaya Rojhilat, lê agirbest bo her dere tê ragihandin, Efrîn jî di nav de ye’’ Le Drian got.

Le Drian dîyar kir ku karbidestên Fransa gelek caran ji hevtayên xwe yên Tirk re gotine ku ew jiber operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê xembar in û ji wan xwestine ku operasyonê rawestînin.

XS
SM
MD
LG