Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Çiyagerên Amerîkî Gehiştin Welatê Xwe


Du Çiyagerên Amerîkî Gehiştin Welatê Xwe
Du Çiyagerên Amerîkî Gehiştin Welatê Xwe

Du çiyagerên Amerîkî yên heftiya borî ji layê Îranê ve hatine azad kirin piştî derbaz kirina pitirî du salan li zîndana Îranê bi tometên sîxoriyê roja Yêkşembî gehiştin Amerîka.

Deselatdarên Îranê roja Çarşembî Josh Fattal û Shanae Bauer bi kefaleta yêk milyon dollaran hatine berdan. Ew li destpêkê çûne Oman, ku dest hebû du zazd kirina wan da û li wê derê wan du çiyageran sê roj bi kes û karên xwe re derbaz kirin. Sarah Shourd jî li wê derê bû, ku ew jî yêk bû ji çiyagerên hatiye girtin û bi kefaleta nîv milyon dolaran sala borî hate azad kirin û vergeriya Amerîka.

Berî cî de hêlanê berev Amerîka, Fattal sopasiya Omanê kir bo pêşwazî kirin ji wî û Bauer û bo mêhvandarî kirin kes û karên wan. Bauer got dema ji firoka ew gehandin Omanê dabezîn dema herî mezin bû di jiyana wan de.

XS
SM
MD
LG