Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Gropên Opozisyona Sûrî Rêkevtinek Îmza Kirin


Du Gropên Opozisyona Sûrî Rêkevtinek Îmza Kirin
Du Gropên Opozisyona Sûrî Rêkevtinek Îmza Kirin

Du gropên herî mezinên opozisyona Sûrî hev digrin bo hindê ku nexşeyek rêkê danên bo qonaxa veguhestinê, eger bêt hikûmeta Beşar el- Esed bikeve.

Nûnerên ji Civata Nîştimaniya Sûrî û Civata Rûkxistina Nîştimanê bo Guherîna Demokratîk li Sûrîyê yan NCB, roja Eynî direng wext li Qahire rêkevtinek îmza kirin çarçoveyek bo deselata demokratîk darêtin eger rêzdar Esed bi xwepêşandanên dijî hikûmetê ji desthilatê hat ladan.

Ew rêkeftin li demkê hat kirin ku aloziya li Sûrîyê berdewame, seray hindê ku zêrevanên Komkara Ereb li wî welatî ne ku bizanin ka hikûmeta Sûrî bi çi avayî bersîva xwepêşandanên opozisyonê dide.

Ji layek din ve, Bizavkar dibêjin, hêzên ewlekarîyê yên Sûrî Înê herî kêm 32 kes kuştin, li vê demê ku çavdêrên Yekîtîya Ereb serdana gelek deveran kir, jibo şopandina kiryarên hikûmeta Sûrî.

XS
SM
MD
LG