Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Sîyasetvanên Kurd li Sûrîyê Hîn Girtî Ne


Du Sîyasetvanên Kurd li Sûrîyê Hîn Girtî Ne

Piştî vegera wan ji Kurdistan Îraqê ku beşdarî Konferansa Hewlêrê ya Kurdên Sûrîyê bibûn, 2 bizavkarên sîyasî yên Kurd li ser sînorê Sûrîyê ji alîyê sîxorên leşkerî ve hatin girtin.

Hîn ne xuya ye ka ew nuha li ku de dimînin, lê jêderên xwecihî dibêjin, Îbrahîm Biro û Mihemed Yûsiv li zindanekê bajarê Qamişlo girtî ne. Heman jêder dibêjin, ew dê nêzîk werin rakirin bo şaxê Filîsîn li Şama paytaxt ku bi êşkence û reftara xwe ya hovane tê naskirin.

Li alîyê din, xwenîşandan û protesto li bajarên Kurdan li seranserî Sûrîyê jibo girtina van çalakvanan dom dikin. Îro Pêncşemê bi hezaran kes daketibûn kolanên bajarên Amûdê, Qamişlo û Dirbêsiyê.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîkayê de, Cûdî Amûdî bêtir zanînan li ser girtina herdu çalakvanan dide.

Birêz Amûdî dibêje, ev girtin reng e bibe sedema alozîyên mezintir di navbera Kurd û hikûmeta Sûrîyê de.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastî klîk bikin.

XS
SM
MD
LG