Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keysên Covid-19 li Parêzgeha Duhokê Zêde Dibine


Bajarê Duhokê
Bajarê Duhokê

Li parêzgeha Duhokê, rojane bi dehan welatî tûşî koronayê dibin û çend kes canê xwe ji dest didin. Eve jî metrisî ye li ser xelkê parêzgeha Duhokê.

Dr. Fazil Omer dibêje, “Eve pêla yekê ya korona ye, çûnke rojane welatî ta 10 kesan canê xwe ji dest diden, eve jî metirsîya mezine li ser welatîyan. Giring ew e mirov xwe biparêzît.”

Li layekê din rêveberê saxlemîya Duhokê Dr. Nîzar Esmet daxwaz ji jûra operasyonan kirine qedexeya hatin û çûnê ragehînin, lê nivêsingeha parêzgarê Duhokê ta niha ew yek pesend nekirine.

Welatiyê bi navê Beyar Zawîteyi li ser qedexeya hatin û çûnê dibêje:

“Qedexe bêt ragehandin şaşîyek mezine, çûnke pitî wê dê çibît, rewşa abûrî ya welatîyan xerabe û dê kartêkirinek abûrî û derûnî li welatîyan bît.”

Di dawî ragehandina wezareta tendirustîya Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî da li parêzgeha Duhokê 278 nexweş bi temamî çareser bûne û 255 kesên din bi helgirên koronayê hatin tumarkirin û 8 kesan cane xwe ji dest dan.

Raporta Deng/ Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00


XS
SM
MD
LG