Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Di Hefteyekê Da 51 Kes Bi Koronayê Mirine


Dawî ragehandina saxlemîya Duhokê di mawê heftîyekê da li Duhokê 8981 kes bi helgirên COVID_19 hatine tomarkirin û 51 nexweşan canê xwe ji dest dane.

Rêjeyek metrsîdar e li duf ragehandina saxlemîya Duhokê. Ji ber bilindbûna rêjeya tûşbûyan û miriyan, jûra operasyona berhingarbûna COVID_19 li Duhokê polîs li bazarî belav kirin da ku rênimayên rêgirtina li vîrusê ji wan re şîrove bikin.

Dîsan ji deverdarîya Duhokê çendîn lîjan pêk hatin û rojane li bazarî digerin. Her xwedî dukan, xaringeh û çayxaneyek rêkaran bicih nekin, tên sizakirin.

Ta niha 35 cih hatine girtin ji egerê nepêgirîya bi rêkarên xweparêziyê.

Dr. Nûredîn Kitanî dawxwazê ji welatîyan dike ku maskan bi kar bînin da xwe û kes û karên xwe biparêzin.

Di layekê din da, ji egerê rêjeya zêde ya tûşbûyan bi COVID_19, du qatên nexweşxaneya Azadî hatin veqetandin ji bo nexweşên koronayê, di demekê de ku nexweşxaneyên taybet tije nexweş bûne.

Hêjayî gotinê ye di dawî ragehandina wezareta saxlemîya herêma Kurdistanê de, di 24 demjimêrên borî da li parêzgeha Duhokê 1237 kes wek helgirên koronayê hatine tomarkirin û 12 nexweşan canê xwe ji dest dane.

Ta niha li parêzgeha Duhokê 1217 kes bi COVID_19 mirine.

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:29 0:00


XS
SM
MD
LG