Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Mirîyên COVID-19 li Duhok Zêde Dibe


Helmeta Vaksînan li Duhok

Pêla nû ya koronayê ji encama belavbûna cûreya delta li Herêma Kurdistanê bi giştî li bajarê Duhok bi taybetî di asta metirsiyê daye, jiber ku ev cureya nû, xort û zarokan jî vedigire û hejmarek zêde ya xorta û zarokan tûş bûne.

Herwiha hejmarek xortan jî, jiyana xwe ji dest daye. Pisporên saxlemiyê li Duhok dibêjin ew jiber hejmara miriyan nerihetin û di qunaxek metirsîdar daye.

Dr. Arî Hebîb taybetmendê nujdarîya civakî li ser cureya nû ya delat gote Dengê Amerîka, "li Kurdistnê û li Duhok wek hemî cîhanê curê delta belav bûye piranîya haletên pêkeftî gazindan ji cureyê delta dikin û dibêjin pirsgirêk ewe ku gelek zutir belav dibe û her kesek dikare jibbo 9 kesan vedguhêze û jiyê tuşbûyan jî gûhûrîn keftiyê genc û zaroyan jî di gire û rêja mirinê zêdetire".

Ji aliyê rênimyana û xweparastinê, ji COVID-19 û wergirtina vaksînan, jiber rewşa xerab ya belavbûna vîrusê daxwazek zêde li ser vaksînan heye û gelek kes qesta bingehên saxlemiyê dikin jibo wergirtina vaksînê.

Derbarê asta wergirtina vaksînê berêz Hemze.M.Alî ji Rêveberiya Saxlemiya Duhok got, "di niha da ew kesên tuşî koronayê dibin rojane nêzî 1300-1500 kesan tûşdibin em di karîn bêjîn 17-20% ji sercemê pişkinînên li parêzgeha Duhok di hêne kirin pozotîv derdikevin." Herwiha Hemze dibêje, "niha 81200 kesan vaksîn li Duhok wergirtîye."

Hêjayî gotinê ye ku di dawî ragehandina wezareta saxlemîya herêma Kurdistanê de tê ragihandin ku di 24 demjimêrên derbazbûyî de li parêzgeha Duhok 1405 kes bi helgirên koronayê hatine tomarkirin û 8 nexweşan canê xwe jidest daye.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00

XS
SM
MD
LG