Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Xwedî Pêdivîyên Taybet Nerazîbûna Xwe Dijî Sivikatîyê Nîşan Didin


Hemî komel û sazîyên fermî û civaka sivîl yên xwedî pêdivîyên taybet li parêzgeha Duhokê daxuyanîyek da û tê da nerazîbûna xwe dan dîyarkirin ku di civakê da bi taybet di medya civakî da sivikatî bi wan tê kirin û dan xweyakirin ku ji evro wê ve her kes yan her layenek sivikatîyê bi xwedî pêdivîyên taybet bikin dê sikalayê li dadgehê li dijî wan tomar bikin.

Rêveberê kortebalayan li Duhokê Wehîd Seîd ji dengê Amerîka ra got:

“Di social medyayê da zor sivikatî bi xwedî pêdivîyên taybet tê kirin û em îro nerazîbûna xwe didin dîyarkirin û her kes li çi astê bît sivikatîyê bi xwedî pêdivîyên taybet bike emê sikalayê li ser tomar bikin.”

Di gelek diramayên navxweyî da, dema rolekî didin ekterekê xwedî pêdivîyên taybet rolekî xirab didinê ev jî li cem wan wek sivikatiyê tê.

Çend parêzerên xwebexş amadebûna xwe dan dîyarkirin ku ewê piştevanîya her sikalayeke ku dadgehê were tomarkirin, bikin.

Hêriş Reşîd, ku yek ji parêzerên xwebexş e, ji Dengê Amerîka re got ew amade ne wek parêzer dijî vê dîyardeya berbelav di social mediyayê piştevaniyê bikin.

Ew sivîkatîya ew behsê dikin, bêhtir di torên civakî yên Tiktok û Snapchatê da tên kirin ji layê hin kesên bernîyas di nava social medyayê da.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

XS
SM
MD
LG