Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewildanên Çareseriya Elektirîkê li Parêzgeha Duhok


Parêzgarê Duhokê Ferhad Emîn Atruşî roja Çarşemê di Konferansek rojnamevanî de, dide eşkere kirin ku, ewê bernamek nû ya elektirîkê li parêzgeha Duhokê bidin destpêkirin.

Li gor daxûyaniya Parêzgar ji seat 2î piştî nîvro heta 2î şevê di dema 12 seatan de elektirîka jeneratoran hebe û bihayê elektirîka bazirganî ya ku, dê bi riya Jeneratoran bihê belavkirin, her Ampêr bi 9.500 dînraên Îraqî be.

Parêzgar herweha dide zanîn ku, ji dervey elektirîka bazirganî dibe ku elktirîka giştî jî bikeve kar.

Wek tê zanîn li vê dawiyê li bajarên herêma Kurdistana Îraqê rewşa elektirîkê gelek xerabe, bi taybet demsala zivistanê ye û xwecihên herêmê gazinan ji nebûna neftê û metiryalên gerimkirinê dikin, di nava Gel de, li parêzgehê ev bûye mijara mediya civakî.

Parêzgeha Duhok jî weke her bajarekî herêma Kurdistana Îraqê rastî qeyrana abûrî û ya nebûna elektirîkê hatiye, Îdara parêzgehê hewil dide rêkên çareseriyê bibîn e.

Raport çareseriya Elektrîkê li Duhok 04.01.2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:05 0:00

XS
SM
MD
LG