Salane roja 17ê meha 12an roja ala Kurdistanê li Herêma kurdistana Îraqê bi gelek çalakî dihên bi bîranîn.
Li piraniya xwendingeh û kulêjan aheng tên geran û li dam û dezgehên mîrî û hikûmî ala Kurdistanê hildidin û gotar dihên xwandin.
Li parka Barzanî li Duhokê bi marşên leşkerî û bilindkirina mezintirîn ala dihêt hildan û cemawerek mezin amade dibit.
Lê heyecana îsal ne wek ya salên derbazsbuyî bû, ji ber rewşa aloz a abûrî û siyasî ya ku Herêm rastê tê.
Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke