Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Amadekarî Û Xwe Parastin ji Virusa Korona


Rêveberîya Saxlemiyê li Duhok

Rêveberîya Tendirustîya Duhokê li navenda bajarê Duhok semînarek hişarî û pêzanînên derbarê xwe parastinê ji vîrusa korona encam da.

Piştî ku vîrusa korona li gelek welatan belav bû, Îran jî yek ji welatane yên ku vîrusa korona lê belav bûye û hevsinore li gel Herêma Kurdistana Îraqê, li herêmê amadekarî tên kirin jibo ku welatiyan hişyar bikin û pêzanînên zanistî bidin wan jibo xwe parastina ji webaya heyî.

Di civîna li ser vîrusa korona mamostayên olî û gotarbêjên mizgeftan û dixtor û nijdar made bûn.

Yek ji kesên di civînê da amade bûbûn, Şêx Xidir Îslam ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê bû.

Seminara li ser xweparastinê ji vîrusa korona li Duhok
Seminara li ser xweparastinê ji vîrusa korona li Duhok

Berêz Şêx Xidir got"me berî niha jî, di gotarên roja înê da agihdarî dan welatîyan jibo welatî xwe paqij ragirin û ji vîrusa korona xwe biparêzin, li gor agahiyên saziyên saxlema cîhanî me hişyarî dane welatiyan."

Herwiha Dixtor Noredîn Kitanî ji rêveberîya saziya tendirustî ya Duhokê derbarê hişyarî û agahiyên li ser vîrusa korona got"zanyariyên olî rolek giring heye di civakê da, lewan me xwest bi rêka wan, gotarbêjên olî di gotarên roja Înê da alîkar bin ku rê û rêbazên xwe parastina ji vîrusa korona bidin xelkî".

Li Duhok neweşxanek taybet hatîye amade kirin jibo rewşên pêwîst dema ku her haletekê derketina vîrusa korona derket demûdest wan vîrusê veguhêzin wê nexweşxanê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:28 0:00


XS
SM
MD
LG