Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Karkerên Meydana Kar ya Bajarê Duhokê


Karkerên Duhokê
Karkerên Duhokê

Di roja jîhanî ya kirêkaran da li Duhokê bi dehan kirêkar di rojên remezanê de û li ber pila germê 35 li meydana palane li benda xwedî karek ku bêt û wan bibe karî.

Her seyareka bêt wê cadê pale bi kom qest dikenê ka dê nesîbê kê kar bi dest kevît.

Piranîya wan kirêkarên li meydana karî dirawestin penaberên Kurdên sûryê ne, çend kirêkar behsa rojanên xwe yên karkirên diken.

Di roja cîhanî ya kirêkaran da, parêzgarê Duhokê Elî Teter çend harîkarî pêşkêşî wan palan kirin yên li meydana kirêkaran rojane dirawestin.

Kivî Bamernî ji sendîka kirêkaran behsa vê harîkariyê diket bo karkeran.

Li sendîka kirêkaran li Duhok 7 hizar piroje hene û13 hizar karker lê kar diken.

Di sala 2020ê de 2 kirêkaran canê xwe ji dest dan û 4 karker jî birîndar bûn.

Taku Îro di sala 2021 çi rûdanên mirin û birîndarbûnê li sendîka kirêkaran nehatine tumarkirin.

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00


XS
SM
MD
LG