Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendina Onlayn û Eliktironî li Duhokê


Piştî hatina COVID-19 û girtina dergehên tev zanîngeh û xwendingehan, li vê dawiyê wezareta perwerda hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara xwendina onlayn û eliktironî da û mamosta û xwendkaran dest bi pirosêsa xwendinê kir.

Bîrhat Aştî, ji peymangeha Davinşî dibêjît: ”her zû me dest bi xwendina onlayin kir û ta radekî me serkeftin îna û me wanên xo xwandin û giringe em mfay ji elktironîyata bînin.”

Ehmed Yasîn, mamostayê zanîngeha Duhokê ef pirosêse bi başî zanî û got: “pirosêsa eliktironî cudahî heye di gel ya onlayin, ya eliktironî wane têne şirovekirin ji layê mamostayan ve û xwendkar mfay jê dibînin. Herçende hinek astengî hene ji ber wan kesên li gundan û dûrî bajêran ji ber nebûna enternêt û pêdviyên din. Lê ez vê pirosêsa eliktironî bi başî di zanim.”

Bi biryara wezareta perwerda hikûmeta Herêma Kurdistanê, tenê dê dergehên xwendingehan bo ezmûnan hêne vekirin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00


XS
SM
MD
LG