Li bajarê Duhokê yê herêma Kurdistana Îraqê, 35 rêxistinên sivîl û çalakvan kom bûn da ku fişarekê bidin ser aliyên siyasî yên Herêmê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta wê.
Li gor çalakvan û rêxistinên beşdar, pêkanîna hikûmetê wê xizmetên welatiyan û jiyana wan ber bi pêş ve bibe.
Tê zanîn, bêhtirî sê mehan e hilbijartinên parlemanî yên Herêmê pêk hatine, lê hîn hikûmet nehatiye damezrandin.
Peyamnêrê Dengê Amerîka Selam Balayî li wê kombûnê bû û raporteke deng amade kir.