Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Çalakîyên Çandî yên Meha Ramazanê Berdewam Dikin


Gelek rûniştvanên Duhokê di meha Ramazanê de bi roj dinivin û bi şev ta dema paşîvê hişyar dimînin.

Ew yek bandora xwe li ser çalakîyên rewşenbîrî û hunerî dike û hin çalakî bi şev têne encamdan.

Rêvebirîya Rewşenbîrî û Hunerî li Sêmêlê, programek bi şev danaye û semîner têne gêran.

Babeta vê carê ser sombolîzma rengan ya bo hunermendê şêwekar Fehmî Balayî bû.

Balayî di hebûna dîrokê de behsa giringîya rengan kir û bandora wan ya ser civak û take kesî nirxand û pêkhata rengên sereke dîyar kirin.

Rêvebir bal dikşînin ku ew dixwazin xort li van calakîyan amade bin û di Ramazanê de demên xwe bi hunerê û rewşenbîrî derbaz bikin.

SB_05_14_2019_F_Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00

XS
SM
MD
LG