Rêvebirîya Saxlemî ya Duhokê îro Duşemê ragihand ku 14 nexoşên vîrusa korona bi temamî baş bûn û ji nexweşxanê derketin, piştî ku hemi pişkinîn hatin kirin.
“Niha 61 nesax li nexweşxanê mane û rewşa wan baş e û 29 cîhên karantîkirinê hene û 1560 kes nûke di bin karantînakirinê dene,” Hemze Mihemed Alî yê ji rêvebirîya saxlemîyê ragihand.