Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banka Navendî ya Îraqî 20 Mîlyon Dînar Şandin Cotyarên Duhokê


Sayloya Feyîdîyê

Rêvebirê Sayloya Feyidîyê Nazim Mihemed Elî da zanîn ku ji Banka Navendî ya hikûmeta Îraqê îro Sêşemê 20 mîlyar dînar pere bo cotyarên Duhokê giheştin.

Wî got ku cotkar îro dikarin seredana sayloyan anku navenda civandin û embarkirina geniman bikin û çekên xwe yên bo genim wergirin û pere xwe ji bankan bikşînin.

Ebdulrehman Hisên, yek ji cotyaran ku dirava çend salan wernegirtiye, dibêje ku karekî baş e ku pere wan hatiye. Ew daxwaz ji hikûmeta herêm û ya Bexda dike ku alîkarîya cotyaran bikin da pirtir berhemê xwe zêde bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku dirava ji hikûmeta navendî li sê sayloyan: Zaxo, Feyidîyê û Şêxan hat belav kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:56 0:00


XS
SM
MD
LG