Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Duhokî Çaverê Dikin ku Pirsgirêka Budceyê û Nedana Mûçeyan Çareser Bin


Duhok
Duhok

Jimareke rûniştvan û fermanberên li Duhokê derbarê çûyîna şandeya Kurdî ya Bexdayê nêrînên xwe dîyar dikin..

Ew çaverê ne ku pirsgirêka budceyê û nedana mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê çareser bin.

Mamosta Îsmaîl Badî dibêje ku hatin û çûna şandeyê bo Bexda ti encaman dernaxe.

“Çend sal in dibêjin ku em giheştin rêketinê lê hêşta ti encam nînin. Alîyên Îraqî bûne du kutle yek dijî rêketinênê digel herêma Kurdistanê ye.”

Hekîm Hikmet jî dibêje ku bêguman danûstandin baştir e, lê wan nedîtîye ku şandên diçin Bexda pêngavên baş avêtine.

”Dîyar e alîyen Îraqî bûne rêgir li ser dana behra Herêma Kurdistanê.”

Fermanber Qadir Hesen jî dibêje ku helbet danûstandin di navbera hikûmetan de wê her hebin ku digehin rêketinekê.

“Lê, ger ew şandên têne hinartin di danûstandinan de bê berhem û encam bin, dê bawerî di navbera desthilat û xelk de lawaz dibe.”

SB_01_28_2021_Çûna_Şande
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

XS
SM
MD
LG