Di demên dawî de gelek welatî derbarê kêşeya avê û elektrîkê li Duhokê bi hemî layenan ve gelek gazinde ji parlamanê kirin.
Parlamanterên Duhokê ser wê yekê bi qeymeqam û rêvebirên din re kom bûn ku bizanin pirsgirêkên welatîyan çi ne û wan pirsgirêkan bigehinin hikûmetê.
Qeymeqamê Duhokê Cehwer Elî got ku çend sal in ji layê projeyan ve û budce ve neheqîyeke mezin li parêzgeha Duhokê bûye û ew hêvîdar in ku parlamanter rola xwe bilîzin.
Parlamanterê PDK'ê Hêvîdar Ehmed jî got ewê ku di budceya 2020an hemî hewilan bidin ku behra Duhokê baş be û ewê li ser kar bikin ku ji welatîyan re xizmetkarî baştir be.
Yek ji rûniştvanê Duhokê, Dîyar Akreyî dibêje ku divê parlamanter li ser karê hikûmetê çavdêr bin û misoger bikin ku hember her xemsarîyekê ceza hebin.