Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Kurdistanê COVID-19 Herî Zêde li Duhokê Belav Dibe


Li seranserî Herêma Kurdistanê rêjeya herî mezin ya hilgirên COVID-19 li parêzgeha Duhokê hatin tomar kirin.

Li gor karbidestan ji 955 nexweşên di 24 seatên dawî de, 370 ji wan ji Duhokê ne û ji 19 mirîyan, 9 kes dîsa ji Duhokê ne.

Rûniştvanê Duhokê Şemal Ehmed dibêje ku nepêgîrîya hemwelatîyan bi rênmayên saxlemîyê egera herî serekî ya bilindbûna tuşbûnan e.

Ayşa Şewket jî dibêje ku vekirina dergehên Herêma Kurdistanê li ber parêzgehên din û xalên sînorî û ne pêgîrîya welatîyan bi rênmayên saxlemîyê bûne sedema zêdebûna pêketinan.

Berdevkê rêvebirîya saxlemîya Duhokê Hemze M. Alî got ku di 24 seatan de 169 nexoş bi temamî çareser bûn û nexweşxane bi cîh hêlan.

“Hejmara nexoşên ku baû bûn gîhane 4027 kesan û 6268 nexoş di jêr çareserîyê ne. Beşa herî mezin ya nexoşan li malên xwe çareserîyê werdigirin û xwe karantinê dikin.”

SB_09_24_2020_Korona_Duhok_
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG