Rêvebirîya giştî ya saxlemîya Duhokê ragihand ku li parêzgeha Duhokê tenê 5 nexweşên COVID-19 di 2 nexweşxaneyên korona de mane.
Nexweşek ji wan li jêr çavdêrîya çire deye û rewşa her çar nexweşên din başe.
Hemze Alî, rêvebirê giştî ya saxlemîya Duhokê ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku jimara kesên ku daxwaza vaksînkirinê dikin kême jiber ku piranîya welatîyan vaksîn wergirtine û tirsê pêkatina virusê nemaye; jiber wê jî kêm kesan maskan dadinên.
Lê, wî destnîşan kir ku di dibistanan de tevahîya xwendekaran maskan bi kar tînin.
Hemze Alî herwiha da zanîn ku rêjeya pêketinên vîrusa korona gelek kêm bûye, lê wî bang li welatîyên ku xwe vaksîn nekirine kir da ku demûdest xwe vaskîn bikin; bo parastina saxlemîya xwe û kes û karên xwe.
Hêjayê gotinê ye ku li gor fermaneke hikûmetê,ji welatîyên ku dixwazin karûbarên xwe yên fermî revebibin, karta vaksînê yan jî belgeya têstkirina di 48 demjimêran de tê xwestin.
Li gor ragihandina wezareta saxlemîya herêma Kurdistanê, heta niha 1843 nexweş li parêzgeha Duhok bi sedema vîrusa korona mirine.
Hun dikarin li ser lînka jêr tevahîya raportê guhdar bikin.