Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Dengdana Zûdem bu Asayî Didome


Dengdana zûdem ya hilbijartinên Îraqê îro Pêncşemê destpê kir. Dengderan ji demjimêr 7'ê sibê heta 6'ê êvarê dikarin dengê xwe bidin.

Li Duhokê 21 bingehên dengdanê û 119 westgeh jibo hêzên navxweyî û pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê hatine danan.

Di dengdana zûdem de 247000 kes dê deng bidin û li istana Duhokê 50000 kes di vê hilbijartina taybet de mafê dengdanê heye.

Prosesa dengdanê li Duhokê bi rengekê asayî didome, lê hin westgehan amîrên elektronîk gîro dibin.

Çavdêrên hilbijartinan bal dikşînin ku gelek kes nizanin şawa amîrên elektronîk yên dengdanê bi kar bînin, ew jî kêmahîyeke komîsyona hilbijartinê ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00

XS
SM
MD
LG