Li Duhokê 3 nexweşên vîrusa korona yên li nexweşxanê, ku yek ji wan 79 salî bû, bi temamî qenc bûn û vegerîyan malê.
Rêvebirîya saxlemîya Duhokê ragihand ku piştî hemî pişkinîn hatine kirin ew her sê nexweş bi temamî baş bûn û niha ti kes li nexweşxaneya koronayê ya Duhokê tune.
Rêvebirîya saxlemîyê bal kişand ku ev du hefte ne ti kesên ku hilgirê Covid-19 ne, nehatiye tomar kirin.
Rêveberîyê ji welatîyan xwest ku bi berdewamî rênmayên tendirustî bi cîh bînin jiber ku metirsîya korona hêşta maye.