Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê 22 Doktor û Karmendên Saxlamîyê bi Korona Ketine


Bajarê Duhokê
Bajarê Duhokê

Rêvebirîya saxlemîya Duhokê ragihand ku niha li nexweşxane 2534 pêketiyên korona di bin çavdêrîyê de ne.

Rêvebirîyê da zanîn ku 109 nexoşên koronayê bi temamî baş bûn û ji nexweşxane hatine derxistin.

"Hejmara giştî ya qencbûyan giheşte 1554 kesan û nexoşên mayî ku bin çareserîyê de jî 2534 kes in."

Rêvebirîyê dîyar kir ku heta niha 22 doktor û karmendên nexweşxaneya Akrê tûşî koronayê bûne.

Li Duhokê COVID-19 bi rengekî berfireh zêdebûye çimkî ketiye di nav cemawerî de û dîyarkirina jêderan bi zehmet bûye.

Welatî Cemal Çelkî rolê ragihandin û rêvebirîya parêzgehê bi erênî dide zanin û dibêje ku li virê ragihandin bi rengekî baş hişyarîya welatîyan dike.

“Divê rêvebirî rêkê li wî xelkî bigire ku bi rengekî naqanûnî ji dervayê parêzgehê tên, nek givaştinê bêxin ser welatîyan li hundirê parêzgehê.

Li parêzgeha Duhokê nexoşxanên taybet bi koronayê pir bûne û nexoşxaneya giştî ya Azadî bo nexoşên koronayê hatine terxan kirin.

SB_09_01_2020_Duhok_COVID-19
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:05 0:00

XS
SM
MD
LG