Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Rewşa Nexweşên COVID-19 Baştir Dibe


Di ragihandina dawî ya wezareta tendirustî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de 4598 pişkinîn hatine encamdan. Ji wan 2110 li parêzgeha Duhokê bûne û ji encamê van pişkinînan 45 kes bi vîrusa korona hatin tomar kirin.

Dîsa, 324 nexweş bi temamî çareser bûne û ti kes canê xwe ji dest nedane. Ev rêjeyên bilind yên başbûyan cîhê xweşhalîya rûniştvanên parêzgeha Duhokê û wezareta saxlemîyê ye.

Li ser rewşa COVID-19 li Duhokê, ji rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhok Hemze M. Alî got ku rewşa korona li Duhokê di astekê de rawestiîaye, rojane nêzî 40 nexweş tên tomar kirin.

“Ger em temaşayî gişt pişkinînan bikin ji destpêka hebûna COVID-19 ta iro li parêzgeha Duhok 435,602 pişkinîn hatine encamdan û 35063 tûşbûyên vîrusa korona hatine tomar kirin. 28313 nexweş bi temamî çareser bûne û 699 kes cane xwe ji dest dane.”

Wî dîyar kir ku li ser astê herêma Kurdistanê rêjeya here mezin ya pişkinînên COVID-19 li parêzgeha Duhok di hên encamdan.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:06 0:00

XS
SM
MD
LG