Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Cîhanî ya Kurteçîrokê de Bernameyeke Taybet li Duhokê


Di bîranîna roja Cîhanî ya Kurteçîrokê de bernameyeke wêjeyî bo çend çîroknivîsên parêzgeha Duhokê, li qeza Sêmêlê ya nêzî navenda bajarê Duhokê hat amade kirin.

Di programê de, ku ju hêla Rêvebirîya Rewşenbîrî ya Sêmêlê hat rêkxistin, çîrok hatin xwendin, danûstandinên rexneyî hatin encam dan.

Nivîskarê kurteçîrokê Enwer Mihemed Tahir, ku ji mêjve ye li Duhokê çîrokan dinivîse, hat xelat kirin.

Derbarê çalakîyê de Îsmail Hacanî wiha axifî: “Me xwest ku em li bîr bînin ku çîrokê jî roja xwe heye, xortan bo xwendin û nivîsîna çîrokê teşwîq bikîn û rêzê li çîroknivîsên xwe bigirin".

Roja Çşroka Cîhanî li Sêmêlê - Duhok
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG