Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Xwepêşandana Mamostayên Wanebêj ya Pêş Rêvebirîya Giştî ya Perwerdeyê


Li Duhokê 450 mamostayên ku derçûyên peymangeh û zanîngehê ne, piştî çend salên wanebêjîyê hêşta ne wek mamosta hatine wergirtin ne jî girêbest bi wan re hatiye kirin.

Loma ew li pêş avahîya Rêvebirîya Perwerdeya Giştî ya Duhokê kom bûn ku daxwazên xwe bigehînin karbidestan.

Rêvebirîya Perwerde ya Duhokê
Rêvebirîya Perwerde ya Duhokê

Xwepêşanderan got ku ew tenê wek alîkar û xwebexş hatine nav kirin û çend ratibên wan yên sala derbazbûyî nehatine dayîn.

Hejmarek ji mamostayan bi nûnertîya wan 450 hevkarên xwe li ber Rêvebirîya Perwerdeya Giştî xwest çend daxwazî pêşkêşî rêvebiran bikin, lê kes ji avahî derneket ku daxwazên wan bigire.

Çend mamosta ji Dengê Amerîka re got ku ew mamostayên nav bajêr in ,lê îsal jî wiha tê dîyar kirin ku ew wek mamostayên nav bajêr nabin û li cîhên wek kampên li dervayê Duhokê bixebitin.

“Em derçûyên Kurdistanê ne û Rêvebirîya Perwerdê em virê kirîne wê derê û negotine me hun dê weke xwebexş yan alîkar kar bikin. Ku me bizanîbûya em nediçûn.”

Li ser heman mijarê Dengê Amerîka hewil da ku li ser daxwazên wan mamostayan daxuyanîyekê ji Rêvebirîya Perwerdeya Giştî wergirîn, lê kes amade nebû ku bersîva me bide û ji avahî derneketin ku daxwaza mamostayan jî ji wan wergirin.

SB_11_01_2021_Xwepêşandana_Mamostayan
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:59 0:00

XS
SM
MD
LG