Dezgeha Xanî yê rewşenbirî û ragihandinê li Duhokê, bi beşdarîya parlementarê Kurd li parlemana Îraqê (Eşwaq Caf, Mecîd Şengalî û Samî Etrûşî, panelek li dor peywendîyên Herema Kurdistanê û Îraqê encam da.
Caf dibêje ku di destûra Îraqê de mafên gelê Kurd hene, lê heta îro hikûmetên Îraqî di warê pratîkê de ew yek bi cîh neanîye.
Şengalî jî dibêje ku Made 140 hatiye piştguh kirin jiber ku desthilatên Îraqê naxwazin ew cîbicî bikin û hin deverên Îraqî zêdekirine ku bi hêsanî pêk neyê.
Etrûşî dibêje ku di destpêka çûna Kurdan ya Bexda yek gotar û yek helwêst hebû, lê niha berjewendîyên hizbî û takekesî ew gotar lawaz kiriye û wan yekrêzîya Kurdan li Bexda ji dest daye.