Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Rêjeya Tûşbûn û Mirinan ji Koronayê Kêmtir Dibe


Rewşa COVID-19 li parêzgeha Duhokê baştir dibe û di vê dawîyê de rêjeya tuşbûn û mirinan bi koronayê li ber bi kêmîyê ve diçe.

Berî niha roj hebûn 5-8 nexweş canên xwe ji dest did n, lê di van du hefteyan de roj hene ti kes canê xwe ji dest nedaye.

Ji rêvebirîya giştî ya saxlemîya Duhokl Hemze M. Alî ragihand ku 278 kes wek hilgirên COVID-19 hatine tomar kirin û ji wan 197 li Duhokê bûne û li wire 1745 pişkinîn hatine encamdan.

“283 nexweş bi temamî çareser bûn û ji wan 105 kes ji Duhok bûn û ti nexweşan di van du rojan de li Duhokê canên xwe ji dest nedane.”

Alî da zanîn ku li Herêma Kurdistanê 906,110 pişkinîn hatine encamdan û 103104 kes wek hilgirên koronayê hatine tomar kirin.

“67,544 nexweş bi temamî çareserbûne û niha 31212 nexweş li jêr çareserîyê ne. Hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane giheştine 3348 kesan.”

SB_12_23_2020_Rewşa_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG