Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: De Êrîşên Esmanî Ser Duma ya Gutaya Rojhilat de Kuştî û Birîndar Hene


Wêneyeke arşîve ji Duma

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku îro Înê li Duma ya Gutaya Rojhilat êrîşên esmanî plk hatin û 2 kes tê de hatine kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûne.

SOHR’ê da zanîn ku dibe ku êrîş ji alîyê firokên cengê yên Rûsya hatibin li dar xistin.

Kanala dewleta Sûrîyê jî dîyar kir ku Ceyş El-Îslam, ku li herêmê koma serhilda ya herî mezin e, bi topan êrîş biriye ser deverên di bin kontrola hikûmeta de.

Kanala dewletê da zanîn ku Artêşa Sûrîyê bersîva êrîşan daye û hin serhilda kuştine.

Ajana fermî ya Sûrîyê, SANA jî ragihand ku li Şam ya paytaxt nêzî mizgefteke êrîşeke bombeyî li dar ketîye, 1 kes hatiye kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne.

SANA dîyar kir ku êrîş li Barzeh, ku yek ji taxên li bakurê rojhilata Şamê ye, li dar ketîye.

Barzah, nêzî Harasta ye. Serhildayên Sûrî, jiber êrîşên hikûmetê ji Harasta derketibûn.

Li Şamê ew demek e êrîşên wisa li dar neketibûn.

XS
SM
MD
LG