Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Du Rojnamevanên Navdar Azad Kirin


Can Dundar û Erdem Gul

Du rojnamevanên navdar yên Tirk, Can Dundar û Erdem Gul, ku jiber nûçeyeke wan ya ser qacaxcîtîya sîlahan ji Sûrîyê re hatibûn zindan kirin, îro hatin berdan, piştî ku bilindtirîn dadgeha Tirkîyê biryar da ku mafên wan hatine binpê kirin.

Girseyeke mezin ya piştevanan, li pêş Girtîgeha Silivri pêşwazî li Edîtorê Serekî ya rojnameya Cumhuriyet û nûnerê wê ya li Enqerê Erdem Gul kir.

Her du rojnamevan do Mijdara borî de hatibûn zindan kirin, çend meh piştî ku Cumhuriyet a hevrika partîya desthilatdar hin wêne weşandibûn ku çend qamyonan sîlah ji mîlîtanên li Sûrîyê re dibirin.

Ew wêne hatibûn ragihandin ku ji Rêbendana 2014an bûn, dema karbidestan lêgerîna qamyonê ku diçûn Sûrîyê kirûbûn, lê ji alîyê endamên îstixbaratê Tirkîyê, (MIT) ve hatibûn asteng kirin.

Cumhuriyet nivîsîbû ku fotoyên ku hatine weşandin îsbat in ku Tirkîye bi rêkên neqanûnî çekan dişîne serhildayan, lê Tirkîyê israr dikir ku alîkarîya mirovahî di nav qamyonan de hebûn.

Hin karbidest dû re gotibû ku ew çek jibo Tirkmenên li Sûrîyê dihatin şandin.

XS
SM
MD
LG