Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîkrî Işik: Serokerkanê Amerîka Dunford Sibe Tê Tirkîyê


Joseph Dunford

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Fîkrî Işik dibêje ku Serokerkanê Amerîka General Joe Dunford wê roja Înê bigeheje Tirkîyê ku li ser operasyoneke hevbeş ya azadkirina Reqa ya navenda DAIŞ'ê hevdîtinan bike.

Associated Press ragihand ku Işik îro Pêncşemê li Brukselê ji nûçegîhan re got ku serdana Dunford ya Tirkîyê wê alîkarîya Washingtonê bike ku binirxîne gelo Tirkîye û Amerîka dikarin bi hevre bixebitin yan ne.

Işik got ku ji civînên berê yên bi karbidestên rêvebirîya nû ya Amerîkî, wan nêrîneke wiha wergirtiye ku nîyeta Amerîka tune ku operasyona Reqa bi Kurdên Sûrîyê re bike.

Tirkîye bi tundî dijberîya beşdarbûna şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya di operasyona Reqa de girêdana wan bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) heye.

XS
SM
MD
LG