Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Durmêzek Li Ser Kêşe û Alozîyên Sûrîyê


Durmêzek Li Ser Kêşe û Alozîyên Sûrîyê
Durmêzek Li Ser Kêşe û Alozîyên Sûrîyê

Tundûtîjî li Sûrîyê berdewam in. li demekê de ku hêzên mezin li Civata Tenahiya Netewyên Yekbûyî hêş nekarîne bigehin yêk helwêstê bo ragirtina herikîna xwînê li Sûrîyê, bizavên tepeserkirina xwepêşanderan ji layê hikûmeta Serok Beşar el Esed ve li seranserî welatî berfireh dibe.

Televîzyona dewletê ya Sûrî dibêje, di encama du peqînan de herî kêm 28 kes îro Înîyê li bajarê Helebê hatine kuştin, 235 kesên din jî birîndar bûn.

Bernama Durmêza vê heftiyê ya Dengê Amerîka Pişka Kurdî bo gengeşekirina rewşa herî dawîyê li Sûrîyê. Pêşbînîya destûdarê siyasî û rewş û bandora Kurdan li wî welatî hatiye terxan kirin.

Mêhvanên bernamê pêk tên jî : Dr. Seidedîn Molla, bizavkarê sîyasî, û Kemal Seydo, Serokê Beşa rojhilata Navîn ji Komela Gelên Jêr Gefê de.

Kemal Seydo: “Ji berjengan dîyar e Sûrîye berev şerek navxweyî diçe, û her şerek navxweyî jî li Sûrîyê ne dûr e bi salan berdewam be li ber hindê ku pêkhata civaka Sûrî aloz e.”

Dr. Molla: “Sûrîya bêt nabe mîna îro be, ku maf û dengê netewe û olên din nehê li ber çav girtin.”

Hevkar Xelef Zêbarî Mêhvandarîya vê bernamê dike. Bo guhdarî kirina wê durmêzê li ser fayla dengî kilîk bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG