Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Bostonê Nasnameya Bergumanê Peqînan Eşkere Dikin


Polîsên bajarê Bostonê dibêjin, wan nasnameya bergumanê peqînên Boston'ê peyda kirine ku navî wî kesî Dzhokhar Tsarnaev ê 19 salî ye.

Karbidestên ewlehîyê dibêjin, Tsarnaev ji bajarokê Cambridge ya eyaleta Massachusetts e û mirovekî çakdar û bi tehlûke ye.

Bergumanl kuştî jî Tamerlan Tsarnaev ê 26 salî ye ku kekê Dzhokhar e.

Raportên medyayê radigîhînin ku malbata berguman ji Rûsyayê ne, li devereke nêzîkî Çeşenistanê ku xirabkarîya tundrê ya Îslamê lê xurt e.

Tê bawer kirin ku her du bira bi rêyên qanûnî hatine Amerîkayê.
XS
SM
MD
LG