Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eşîrên Reqa Hember Dagirkerîyê Daxwaza Çareserîya Sîyasî Dikin


Parêzgeha Reqa ya Sûrîyê ji heft êlên serekî pêk tê: Wilda, Evadila, Ebû Esaf, Ebû Sibih, Ebû Xemîs, Cûbêr û Cês. Ew êlana ji alîyên rihsipîyan de têne birêvebirin ku hejmareke mezin ji wan vegera hikûmeta Sûrîyê naxwazin.

Li gor Mişlib Derwîş, yek ji rihsipîyên êla Evadila ji Dengê Amerîka re ragihand ku êlên Reqa di xêzkirina sîyaseta herêmê de beşdar in.

Tevî ku beşa mezin ji êlên Reqa piştgirîya Rêvebirîya Xweser dikin û xwe beşek ji wê dibînin, ew daxwaza çareserîyeke sîyasî bi hikûmeta Sûrî re dikin da ku bikaribin pêşî li dagîrkirina axa Sûrîyê ji hêzên bîyanî bikin.

Remedan Rehal, rihsipîyekî êla Wilda ji Dengê Amerîka re got ku çareserîya sîyasî di navbera hikûmeta Sûrî û Rêvebirîya Xweser de rê li pêş dagîrkirina axa Sûrîyê digire.

Di nav refên Hêzên Sûrîya Demokratîk de, wek êlên herêma Hesekê, ti ketîbeyên taybet ya êlên parêzgeha Reqa tunene, lê ew wek endamên HSD’ê tevdigerin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:15 0:00


XS
SM
MD
LG