Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebrahim Alipoor: Kamera Çavê Min yê Hunerî Ye


Di salal 1989’an de li bajarê Bane li Rojhilata Kurdistanê ji dayik bû.

Di sala 2012’an de Bekelaryos di Endazya Avakarîyê de ji zanîngeha Bukan wergirt.

Ji sala 2000’an de beşdarî çalakî û pêşangehan bû û dest bi belavkirina berhemên xwe kir.

Di sala 2009’an de bû endamê komela hunermendan ya Azerbeycanî.

Di sala 2013’an de, pêşangeha xwe ya yekê li Muzexana Mehfûran li Tehranê vekir.

Herwiha jî ew beşdarî dehan ji pêşangehên hevbeş bûye û li gelek welatan berhemên xwe belav kirine.

Berhemên Ebrahîm li ser hestên mirovahîyê ava dibin û çavên hestyar yê hunerî, ku bi zîrekî ew kêlîkên wendayî û tijî huner, bi çavê kamera xwe tomar dike û radestî temaşevanan dike.

Di projeya xwe ya dawî de, pitûkek ji wêneyan amade kiriye di derbare -Civata Ehlî Haq- ku tevahîya çanda wan, nimêj û laveyên wan di wêneyan de dîyar dide.

Jiber xebatên wî, hem li nava Îranê, hem jî di qada navnetewî de, Ebrahîm gelek xelat wergirtine.

Xelatên Wergirtî:

PSA Gold Medal, sala 2015’an de Solvanîya Fotostrom Festîval

MCPE, di sala 2015’an de

FIAP Ribbon, Honorable Mention, di sala 2014’an de, Kalkuta, Hîndistan

Wêneyên pejirandî- UNICEF- di sala 2011’an de.

Herwiha jî Pêşangehên Ebrahîm yên bi tenê û yên hevbeş jî hene.

Bo zanyarîyên bêtir, kerem kin serdana malpera wî bikin: http://ebrahimalipoor.com/

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:01 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:13:24 0:00

XS
SM
MD
LG