Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Parastinê yê Kantona Efrînê Ebdo Çîlo: Jiber ku Nusra Têk Diçe Dorpeç Tîne Ser Efrînê


Serokê Desteya Parastinê li Kantona Efrînê, Ebdo Çîlo
Serokê Desteya Parastinê li Kantona Efrînê, Ebdo Çîlo

Dorpêçkirina Efrînê bûye mîna zincîrekê, her demekê ji alîyê komê leşkerî ve li derdora Efrînê tê karanîn.

Li ser vê mijarê, Serokê Desteya Parastinê li Kantona Efrînê, Ebdo Çîlo ji Dengê Amerîka re rewşa heyî nirxand.

“Niha du rêyên sereke, Etmê û Qubtan el Cebel yên ku di bin kontrola Cebhet el Nusra da ne hatine girtin. Jiber ku Nusra li enîyên şer dişke, dest davêje sîvîlan û li ser rêyan wana binçav dike û dikuje.”

Çîlo dibêje, tenê rêya Ezazê vekirî ye jiber ku hîn komên komên Artêşa Azad û gelê Ereb biryara Nusra ya dorpeçkirinê qebul nekirine.”

Rûniştvanên Efrînê neçar dimînin ku jibo dermankirina nexweşîyên xwe seredana parêzgeha Helebê û Şamê, herwiha Tirkîyê bikin.

Husên yek ji hemwelatîyên Efrînê ye ku ser bandora dorpêçkirinê dibêje, wiha dîyar dike:

“Em kesên sîvîl in, çima em tên girtin? Îşê me bi şer tuneye, em gelek ji vê dorpêçkirinê dêşin.”

EM_9_30_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00

XS
SM
MD
LG