Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Sûrî Dibêje Hikûmetê Jimarek Gund li Gûta Kontrol Kirine


Medya dewleta Sûrî û çalakvan dibêjin hêzên hikûmetê û hevalbendên wan jimarek gund û bajarok li gundewarê Dîmeşqa paytext kontrol kirine, di pêşketina herî berferh a êrîşa hikûmetê de li wir ku meha borî dest pê kiribû.

Medya leşkerî ya navendî ya Sûriyê dibêje bi kêmanî 6 gund û bajarok li Gûta Rojhilat ketine bin destê hêzên hikûmetê.

Gurûpên serhildêr îro Yekşemê li êrîşên hikûmetê vegerandin û çekdarên xwe şandin paş hêlên hikûmetê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, dibêje gurûpên serhildê karîbûn bi kêmanî bajarokekî vegerînin bin dest xwe û şer hîn berdewam e.

Tê zanîn, derdora 400 hezar kes li Gûta Rojhilat dimînin û di bin bumbekirina rojane de dorpêçkirî mane.

Rûsya û rêjîma Sûriyê korîdoreka mirovahî ji xelkê sivîl re vekir, lê ta niha ji aliyê sivîlan ve nehatiye bikaranîn.

XS
SM
MD
LG