Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûriyê Êrîşên Giran Dibe Ser Gûta Rojhilat


Tilfizyona dewleta Sûrî îro Şemiyê ragihand ku artêşa Sûriyê operasyonên xwe li navenda Gûta Rojhilat zêde kirine da ku herêmê bikin du beş.

Tilfizyonê got artêş pêş dikeve li derdora Mesraba û Mudeyra, herdû bajarokên dawî yên ku aliyên bakur û başûrê Gûta bihev ve girê didin.

Herdû gurûpên sereke yên serhildêr li navçeyê, Ceyş el-Îslam û Feyleq el-Rehman, dibêjin wan di van rojên dawî de êrîşên xwe zêdekirine û hin cih vegerandine bin destê xwe.

Ev êrîşên bihêz ên sê hefteyên borî, derdora nîva herêmê xist bin destê hêzên hikûmetê û di encamê de 960 kes hatin kuştin, li gor çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov.

Çavdêriyê îro Şemiyê got şeva borî firokên şer, helikopter û topavêj hatin bikaranîn di bumbebarankirina navçeyê de.

Serokê Sûriyê Beşar el-Esed û Rûsya dibêjin armanca vê helmetê ewe bidawîanîna topbaranên serhildêran ser Dîmeşqa paytext û her wiha bidawîanîna gurûpên serhildêr li wir.

XS
SM
MD
LG