Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulbaqî Yusif: Pêwîst e Bêtir Givaştin li Rejîma Sȗrîyê Bên Kirin


Abdulbaqî Yusif: Pêwîst e Bêtir Givaştin li Rejîma Sȗrîyê Bên Kirin
Abdulbaqî Yusif: Pêwîst e Bêtir Givaştin li Rejîma Sȗrîyê Bên Kirin

Wezareta Derve ya Amerîka, li ber e balyozxaneya xwe li paytaxta Sȗrîyê, Şam, bigire weku gavek dijî kiryarên çewt yên hikȗmeta Sȗrîyê dijî hemwelatîyên xwe. Ev raman derkete holê, di demekê de ku givaştin li ser Komkara Erebî tên kirin ku doza Sȗrîyê veguhêzin Civata Ewlehîyê.

Di hevpeyvîneke ligel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Abdulbaqî Yusif, Endamê Buroya Sîyasî yê Partîya Yekîtî ya Kurd li Sȗrîyê, egera vê biryarê şirove dike ku desthilatdarîya Şamê guh nade wan bangên navneteweyî bo rawestandina tundȗtîjîyê li welatê ku bȗye 10 meh protestoyên rojane dibîne.

Birêz Yusif dide zanîn, têkîlîya Sȗrîyê ligel welatên wek Rȗsya, Çîn û Îranê dihêle ku ew bi serê xwe gavên ne-durist bavêje.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe fayla dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG