Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Divê Giranîya Hewlên Pêşîgirtina Ebola li Rojava Efrîqa Bin


Belavbûna nexweşîya Ebola
Belavbûna nexweşîya Ebola

Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) dibêje, şerê dijî Ebola ku heta niha 4.9000 kes kuştin, divê li sê welatên rojava Efrîqaya wek mijara serekî bimîne.

Komîteya Awarte ya WHO piştî civîna xwe li Cenevre got, sekinandina belavbûna vîrusa Ebola li Gine, Lîberya û Sierra Leone gava herî girîng e, di hewlên pêşîgirtina belavbûna vê nexweşîyê de.

Daxuyanîya heman komîteyê dîyar kir ku divê baldarîyeke taybet ji hewcedarîyên karmendên saxlemîyê bêne dayîn ku ew di pêşîgirtina vîrusê de pirtir alîkar bin.

Yekîtîya Ewropa jî ragihand ku ew jibo lêkolînên ser pêşîgirtina Ebola 30 mîlyon dolar dirav amade dike.

XS
SM
MD
LG