Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktorekî New Yorkî Tûşî Vîrusa Ebola Bû


Doktorekî New Yorkî ku li Guinea nexweşên Ebola derman kiribû, bû kesê yekê li wî bajarî ku tûşî wê vîrusê bû.

Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio derengîya Pêncşemê piştrast kir ku Dr. Craig Spencer niha di îzloasyonê de ye û ne hewce ye tirs û panîk belav be.

Spencer roja Pêncşemê rêxistina Doktorên Bêsînor agahdar kir ku germahîya bedena wî bilind bûye û mada wî li hev dikeve ku her du jî semptoma Ebola ne.

Karbidest niha vekolînê dikin ku kesek bi Spencer re ketibû têkîlîyê yan ne. Ew nexweşê çaran e li nav Amerîka ye ku vîrusa Ebola girtîye.

XS
SM
MD
LG