Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Li Kongo Heta Niha 19 Kes jiber Ebola Mirin


Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) îro Duşemê ji zarê karbidestên Komara Demokratîk ya Kongo ragihand ku di navbera 4’ê Nîsanê û 13’ê Gulanê de 39 bûyerên gumanbar yên nexweşîya Ebola hatine dîtin ku 19 ji wan bi mirinê dawî bûne.

WHO da zanîn ku rewşa 393 kesên ku kontakta wan bi nexweşên Ebola çêbûne, aniha tê şopandin.

Daxuyanîya rêxistinê dîyar dike ku belavbûna Ebola li herêmên Bikoro, Iboko û Wangata li istana Equateur sînirkirî ye.

“Aniha belavbûna Ebola negiheştiye wê astê ku em rewşa awarte ya saxlemîya giştî ragihînin ku ew jî dikare bandoreke girîng li cîhanê,” WHO bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG