Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa îro Sêşemê biryar da ku azadîya ragihandinê hate binpê kirin, dema Osman Baydemîr di sala 2017’an de li parlamana Tirkîyê peyîva “Kurdistan” bi kar anîbû.
Baydemîr di dema axaftina xwe de gotibû ku ew wekî kurekî gelê Kurd, wekî nûnerekî ji Kurdistanê hatiye meclîsê.
Dema cîgira seroka parlamanê Ayşenur Bahçekapili, ku wê rûniştinê bi rê ve dibir, pirsîbû ku Kurdistan li ku ye?
Baydemîr bi destê xwe dilê xwe nîşan dabû û gotibû ku Kurdistan li nava dilê wî ye.
Piştî wê axaftinê seroktîya parlamana Tirkîyê cezayê beşdarnebûna civînan û qutkirina mûçeyê dabû Baydemîr.