Karbidestên Hevpemanîya Rojavayê Afrîka (ECOWAS) amade ye ku destwerdana leşkerî li Nîjerê bike ger hewilên dîplomatîk yên bo rawestandina derbeya leşkerî ya li wî welatî encam negirin.
Ev daxuyanî îro Pencşemê ji hêla Berpirsê Tekîlîyên Siyasî, Aştî û Ewlekarî yê ECOWAS’ê Ebdulfetau Mûsah ve hat dayîn.
Ebdulfetau Mûsah bo gotûbêjên destwerdaneke wiha li Gana ser destwerdanê bi berpirsên berevanîyê yên endamên ECOWAS’ê re, civînê dike.
"Bila ti kes di gumanê de nebe ku ger her tiştê din têk biçe, hêzên leheng yên Rojavayê Afrîka amade ne ku bersîva banga erkê bidin," Mûsah got.
Wî herwiha di heman civînê de anî ziman ku wê nîzama destûrî li Nîjer were vegerandin û wek nimûneyên amadebûnê şandinên leşkerî berê yên ECOWAS destnîşan kir, li Gambia, Lîberya û heremên din.
Karbidestên leşkerî yên Nîjer di 26’ê Tîrmehê de bi darbeyeke serokê hilbijartî Mihemed Bazoum ji kar dûr xistin û dest danîn ser desthilatdarîya sivîl.
Rêberên darbeya leşkerî bangên Neteweyên Yekbûyî (NY), ECOWAS û welatên Rojavayî red yên bo vegerandina hikûmeta Bazoum red dikin: Loma serokên dewletên Afrîkaya Rojava fermana amadebûnê ya hêza dan.